162 syf.
10/10 puan verdi
Mirov dikare bibêje ku Hacî Qadirê Koyî yê ku di çaryeka yekem a sedsala 19an de ku jê re serdema neteweperestiyê tê gotin li Koysancakê dest bi jiyana xwe kir û paşê di heman sedsalê de li Stenbolê wefat kir, di avakirina wê de roleke sereke hebû. Gotûbêja neteweperestiya kurd. Dikare bê gotin ku hem bi helbestên ku nivîsandiye hem jî bi perspektîfa ku di berhema bi navê Mem û Zîn a ku Ahmedê Xanî di sedsala 17’an de nivîsandiye, bi dest xistiye. Beşên di pêşgotinê de, ango pêşgotina Mem û Zînê, ku rewşa Kurdan a wê demê vedibêje û hesreta dewleta Kurdî tîne ziman, kevirên bingehîn ên neteweperweriya Kurd in. Ji ber vê çendê çaryeka dawî ya sedsala 17. dema ku ev berhem hatiye nivîsandin, ji aliyê hin nivîskarên neteweperest ve weke destpêka neteweperestiya Kurd tê dîtin. Lê nîqaşên li ser vê mijarê hê jî dewam dikin. Di lêkolîneke dawî de li ser vê mijarê di navbera Amir Hasanpûr û Ebbas Valî de nîqaş tên kirin. Amir Hasanpour, sedsala 17-an wekî serdema feodal a neteweperweriya kurdî pênase dike, berhema Amedê ya Mem û Zîn bi nav dike. Ji aliyê din ve Abbas Valî diyar dike ku ne pêkan e ku neteweperweriya ku têgeheke nûjen e, bi feodalîzmê re bê girêdan û neteweperweriya kurd weke diyardeyeke nûjen tenê di sedsala 19an de dikare bê gotin.
Dîwan
DîwanHaci Kadir Koyi · Nefel · 20041 okunma
124 syf.
·
Not rated
Sîdar Jîr di vê romana xwe de wekî “Rûyê Nas” behsa xwe dike û li ser şerê kobaniyê dinivîse. lê çiqasî ji bo kurdekî zehmet be jî bi awayekî propagandawarî û hestiyarî nêzîkê meselê nebûye. Camêr li cihê xwe rûniştî û ji dûrve ev roman nenivisiye çûye sînor û gelek tiştên xedar bi çavê serê xwe dîtiye lê dîsa jî wî nehîştiye hest û ramanên wî tikevine pêşiya honaka romanê. Sîdar jîr herba 9 sal berê li deşta beraziyan qewîmî, li ser xaniyê evina Şoreş û Esmerê ava kiriye, wesiyeta lehengê xwe aniye cî û dest bi şerê xwe kiriye bi pênûsa di mista xwe de. Wekî min li jor jî got nivîskar zimaneke propagandîst tercîh nekiriye (belkî jî bo ziman, honak û bandora berhemê qels nebe tercîh nekiriye, nizanim) lê ez ne nivîskarim ji ber wê dikarim slogana xwe bavêjim. “Bijî şoreşa rengîn û gulgulî li hember ewrên reş û tarî”
Duşema Rengîn
Duşema RengînSîdar Jîr · Ziz Yayınları · 04 okunma
Reklam
88 syf.
·
Not rated
Binehişiya jinane
Fatma savci di pirtûka xwe ya paşîn ya ku îsal ji weşanên avestayê derketî de berê xwe daye rabirdûya xwe. bîranên xwe bi binehişiyeke jinane haniye ziman yeqîn ev xeyseta qelema wê ye, lewra helbestên wê jî hinekî wusa ne. Belkî jî xwestiye li vê taxa edebiyata mêrane bi pênûsa xwe ya mê serî hilde û peyvên xwe raperîne. Gelek peyv û têgihên em
Bîrgeha Mê
Bîrgeha MêFatma Savci · Avesta Yayınları · 20244 okunma
150 syf.
·
Not rated
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê .. Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min. Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola
112 Hesp û Xezelek
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202314 okunma
183 syf.
·
Not rated
·
Read in 28 days
Dîn û mirov
Pir xweş e ku mirov dînê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Û ev pirtûk ji bo vê kêmasiya me re çareserîyeke baş e. Min her roj xutbeyek dixwend û gelek xweş bû. Di pêşerojê de, bi îzna Xwedê ku zarokên min çêbin ez ê vê pirtûkê jî bikar bînim da ku dînê wan hînê wan bikim:))
Xutbeyên Kurdî
Xutbeyên KurdîM. Zeynel Abidin Keleş · Nubihar Yayınları · 01 okunma
104 syf.
10/10 puan verdi
·
Liked
25 wêne û bist û pênç çîrok. Niviskarê rojnameger Murad Bayram di dema rakirina qexeyên heremê ên salê 2015 û 2016 de . Li heremê rojnamevanî kiriye. Tax bi tax ketiye nav kuçe û kolanan bi makîneya xwe wêne girtiye û bi çîrokên xwe jî rih û can daye wêneyan. Dema di nava ew bajarên wêran de dimeşe. Bi çavê rojnameger dinêre lê bi a wêjevana vedibêje. Erê agahî hebûn bîra xwêner tevradike. Lê beyî ajîtasyon, beyî ku gunehê tuxwe bîne. Lîlav bi lîlav diherike. Ew devoka kar aniye xwêner yeqîn dike kû ew der Şirnex ê , Cizîre. Bi çîrokên xwe bi buyerên û bi zimanê xwe. Te digo qey ez jî heman bajarî û heman rewşê de me. Di çîrokan de karakterê sekete zlm , mirin û her mirine. Ew dêyên ku tev laşî zarokên xwe dijiyan. Û ew bavên pirteqal ji nevîyên xwe re dibirin. Ew bavê bi req û reqa dikir ku mala xwe bine serhev û malbata xwe bine. Û helbet zarokên xwediyê wî bajarî. Hemû kes bi keseyeta xwe . Bi hebuna xwe li wir, di çîrokan de bû. Ew êşa wê zilmê ku nedihişt kecika piçuk binive. Rojnamegerî xwe jî dikeve wê gerinekê û edî ew jî nikare binive. Ew ew xesasiyeta rojnamevanî û a edebî. Berhemeke serketî û bi nirx daye ber destê xwêneran.
Belki İşev Binive
Belki İşev BiniveMurat Bayram · Avesta Yayınları · 201816 okunma
Reklam
267 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.