Min divê wesfê Hebîb bêjim niha
Bi Kurdîyek şêrîn û delal û bêbiha
Her resûlê ku Xuda ew şandîye
Erd û ezman pê muşerref kiriye
Lê Muhemmed efdalê wan hemîya
Ummeta wî çêtirînê hemîya
Selim Berekat jî mîna Yaşar Kemal kurd e, lêbelê bi zimanê xwe nenivîsiye, çawa ku yaşar Kemal bi tirkî nivîsandiye Selîm Berekat jî bi erebî nivîsandiye, lê mejî û dil her kurd bûye. Perik ji aliyê Jan Dost ve ji erebî bo Kurmancî hatiye wergerandin. Mijar hebek tevlihev e, lê xweş e. Hemdî Azad, Mem Azad, Mirovê Mezin lehengên sereke yên romanê ne
Bi xatirê te zimano
Bi xatirê te zimanê şêrîn
Lorîka dayê
Şîreta pîrê
Çîroka kalê.
Ev xatirek her û her
Xatirek çûna bi nehatin e.
Bi xatirê te zimano
Piştî hezar salan bi xatirê te
Bi xatirê te
Mîrasa herî mezin a bav û kalan
Em hê sax bûn
Te li pêş me kirin talan