Dema ku dilê jinan pê dişewtî, nan didanê
Ku digotin Felekê Siyabend kirye vî halê hanê
Çav lê sor dibûn, diket dilê wî şewata êş û janê
Herwekî dujminê wî yê herî mezin derketye meydanê.
Herwekî hatye pêşberî wî qesasê dê û bavê
Herwekî şûrê xwe kişandiye di ser wî da tê
Ketye dilqê Melekê Mewtê, Erzaîlê Kulê
Wê serê wî jêke, wê wî bişîne cem dê û bavê.
Ew tişt ku dihate ber çavê Siyabendê Silê
Bi kîn û rikeke mezin va gef dixwar li Felekê
Digo, helbet ewê rojekê di cîki da rastî min bê
Ezê bigrim bi pêsirê, jê derxim tolê û heyfê.