Ebdurrehman Qasimlo

Kürtler ve Kürdistan yazarı
Yazar
8.5/10
4 Kişi
46
Okunma
9
Beğeni
1.652
Görüntülenme

Ebdurrehman Qasimlo Gönderileri

Ebdurrehman Qasimlo kitaplarını, Ebdurrehman Qasimlo sözleri ve alıntılarını, Ebdurrehman Qasimlo yazarlarını, Ebdurrehman Qasimlo yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Bir çay doldur Saki; Kürdün kadını kadar tatlı, bahtı kadar kara olsun.... "
Ebdurrehman Qasimlo
Ebdurrehman Qasimlo
Rapora komeleya gelan a di sala 1925 'an ji bo meseleya Mûsilê.
"Kurd ne 'Ereb in ne Tirk in û ne jî Faris in, lê di nav van de ji van tevan zêdetir nézikî Farisan in. Kurd ji Tirkan cihê ne û ev cihê bûna han ji aşkera ye. Ji van jî zêdetir ji 'Ereban dûr in û cihêbünek di navbera wan de heye. "101 Rapor bi vî awayî didomîne: "Eger tenê waré regez bibe esasê netice wergirtinė, mirov tê ser wê baweriyê ku hewce ye Kurd dewleteke serbixwe damezrînin. Ji ber ku Kurd ji heştan pêncê rûniştivanan in. Dema mesele bi vî awayî bê çareserkirin, pêwîst e Êzidî jî, ku gelek nézikî Kurdan in, bi Kurdan re bên hesabkirin. Tirk ji ku bi hêsanî di nav Kurdan de dihelin, ew dem Kurd dibin ji heştan heftê rûniştivanan."102 Ev yeka han bi awakî aşkera dide nîşanî me ku belgeyên resmî yên Komeleya Gelan îtîraf bi hebûna Kurdan wekî netewekî ser- bixwe û her wiha bi mafê ji bo damezrandina dewleteke Kurd ya serbixwe kiriye.
Reklam
Pirsgirêka tirk
Ew riya gemar a dewleta Tirkiyeyê ku ji bo tefandina serhildane dabû ber xwe ev bûn. Kar gihîşt derecek wisa ku rojnameya Vakite, li ser rûpelên xwe, bi awakî bêşermî wiha binivîse: "Çi ciyê sere singûya Tirk bigihijê, li wir meseleya Kurd tune"
1920 Peymana Sevr
Di meha tebaxa sala 1920'î de, Peymana Sewrê hat îmzekirin, ku ew beşek ji Peymana Wersaillayê bû Ev peymana han li milekî ji aliye Britanya Mezin, Fransa, Yunanistan, Italya, Romanya, Yugoslavya, Çekoslovakya, Lehîstan (Polonya), Belçika, Japonya, Hicaz û Ermenîstana Taşnak ve, li milekî din jî ji aliyê siltanê Tirkan ve hat îmzekirin. Revdek nûnerên Kurd jî di bin serokatiya Şerîf Paşa de beşdarî vê konferansê bûn û di peymanê de, li ser Kurdistanê ev bendên xwarê cih girtin:
Kerîm Xan(Zend)
Pişti di navbera salên 1752-1795'an de çend şerên giran, di bin serokatiya Kerim Zend de, dewleteke mezin a Kurd hat damezran- din. Dema desthilatiya Kerîm Xan (1752-1779) xweştirin fesla diroka gelê Kurd bů Aşkera ye ew wext ji bo serxwebûniya gelė Kurd firseteke baş bû, lê her çawan Selaheddîn bû serdarê çend neteweyên din, Kerim Xan jî bû fermanrewayê hemû Îranê. Kerim Xan, yekem kes bû ku xelkê leqebê "Wekîl" pê ve kiribû. Konsolosé Fransayê yê Bexdayê, di nameyeke ku di sala 1763'yan de ji Parisê re şandiye, li ser Kerîm Xan wiha nivîsandiye: "Di bin pêşengiya Kerim Xan ê xwediyê nifûzek şexsî û zana de, aşkera ye welat ber bi geşbûnê ve diçe û tuşî hêmintî û avakirinê bûye. Asayiş û hêmini ciyê têkelhevî û şerî girtiye."42 Konsolos piştre nivîsa xwe bi vî awayî didomîne: "Ré emîn bûne, bazirgani dest pê" kiriye, gelek karwan ji vir diçin Îranê, 15-20 hezar malên Îranî ku îlticayê Iraqê kiribûn, niha hedi hêdî vedigerin welatê xwe." Kerim Xan, gelek piştgiriya zanist û kulturê dikir û gelek hewle. avabûna welat dida." Gerokê bi nav û deng ê Îngilîz, Malcolm bi vi awayî behsa Kerîm Xan dike: "Bi bextiyarî jiya, di koça xwe ya dawiyê de wekî mirina baveki hezkirî ku di nav mal û zarokên xwe de, bi wî awayî bû."46
Di pênûsa cînarên xwe de "KURD"
Ksenophon di kitêba Anabasis de wiha dibêje: "Kardoxi, ku di çiyan de bi awakî serbixwe dijîn, tu wexti ne li ber desthilata Kiyaksar û ne jî li ber dewleta Ermenî serê xwe netewandine"
Reklam
36 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.