"Sefdo, lawecan! Di sala hezar û nehsed û bist û didowan de em hatibûn Mûnîxé. Ez û kekê te Kamiran. Em şikiyabûn. Zora me çûbû. Felekê poşikê reş kêşabû ser qedera Kurdistanê. Êdî di warê siyasetê de tu hêvî nemabû.
Me tev de digot: Ziman, xwendin û nivîsandina zimanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên Kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman..."
"Di wî bajarî de zêde rê nîn bûn ku meriv bikaribûya ji bo jîna xwe, şixul û meslekê hilbijarta. Meriv li wir, bêgav, mecbûr bû bibe musîkjen û musîkşînas, nivîskar û nivisevan, evîndar û evînhez..."