ewil tixûb danîn
bira bû xerîbê bira
paşê qelaştin
zikê çem û çiya
navê gund guherandin
dema xwîn li min geriya
zimanê min qedexe
welatê min tune bu
min jî rahişt helbestê
navê xwe danî Berken
li welatê Leylayê,li welatê Qazî,li welatê Kawa
her kurdê sê ayet û du cuz û sûreyeke Marksî xwendî
got bi serê bavê te bikim heqê min e serokatî
divê ez bibime zava
em Kurd bûn,diltenik,xizan û nezan
em Kurd bûn xweşmêr,çikûs û dilovan
em Kurd bûn serhişk û sergêj
"giyayê hewşê li cem me tehl bû
ji xelkê re şêr
ji xwe re kor bû"