dengê min diêşe,
wele bi sewteke berz û peritî, min
dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr
didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te
xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihewanda,
xwezî berxê ji xeynî te pê ve bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira,
bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda,
di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te bikira zîndana zimanê xwe
lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin..
peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim, wee.. ey waweylê janya, kezeba min dike di
devê min re derkeve ji qehra...