Serhad Yusuf

Serhad Yusuf
@Bediryus
“Kötü bir anıyı unutmanın en iyi yolu güzel bir tanesiyle değişmektir.”
Çi gava çavên xwe digirim û berê ramanên xwe ber bi welêt ve diguhêzim, bê hemd navçavên çiyayên Agirî ên bilind û pirberf tên ber çavên min.
Kurdî
Pir çû-hindik çû Sivik çû-giran çû Çol û çolistan bû Qûm û qûmistan bû Dêm û dêmistan bû Serî sergerdan bû... Di deştan da derbas bû, Di zozanan da xwar bû... Di çiyan da welgerya goştê pezkûviya xwar, Kete çolan, avê golgeniya vexwar... Rastî rêwî û bazirgana hat, Rastî rewil û nêçîrvana hat... Rastî çê û başa hat, dilgeş bû, Rastî neçê û xiraba hat, dil-reş bû... Rêwitiya wî ya dirêj gelekî kudand, Silêmîn bi roj û meha çû, rê qedand.
Kurdî
Hatina qulingê hêz û quwetekî nû da Evdal. Dilê wî yê birîndar disan geş bû û devê wî vebû. Quling jê re bû hêncet ku ew derd û keserên xwe bike stran.
Kurdî