Herdem li ber min hatibû gotin ku evîn mirovan xurt dike. Min îro fêm kir ku ev dereweke mezin e. Tiştekî ji evînê bêhtir nikare mirov qels, bê çare, têkçûyî, perîşan û belengaz bike.
Rûpela Davî...."Ez wehşek bûm. Heyirîmayî, mîna mirovekî destjêkirî di nav ava guman û taswasan de avjeniyê bike li min hatibû. Kîjan ji wan laşê min ê rast bû. Ev laşê ku ez destê xwe lê dipelînim, an jî ew laşê ku di neynika dixuya?
Pirseke wisa dijwar bû ku heta niha ez nizanim bersiva wê çi ye. Rpl 144