Em ketibûn nav kurdan... heta 20´ê îlona 1919-an em di nav wan de man. Me axa û beg, peya û siwar, eşîr û koçer, deşt û zozan, bajar û gund, newal û gelî, dar û dehl, çem û çiyayên kurdan dîtin. Em di bin esmana ronî û bi silavên stêrk û heyva ronî ya welatê kurdan de razan. Di berbangên çîkesor ên zozanan de, me xwirîniya xwe, bi xizmeta pîrejinên porspî û bêrîvanên xama, bi şîr, firo, to, mast, mastê kilanê, nivîşk, penêr, penêrê ter, helandî, sîrikê û pûngê kir. Tevî siwar û çekdarên eşîrên kurdan, em di dehl, newal û bihuran re derbas bûn û hilkişiyan çiya û zozanên serî li esmanan. Me bîhna xwe bi hawa paqij veda, rûyê xwe bi ava kahniyên sar şûşt, kiras û goreyên xwe li ber devê çem û lehiyên zelal şûştin. Li ser hesp û mehînên kumêt, qemer û şînboz, geh bi rewan û loq, geh bi gurloq û çargavî, me xwe ji tixûbên eşîrekê gîhand tixûbên eşîreke din. Li ber konên reş ên bi mû risandî û li ser donzdeh sitûn û singan vedayî, em rûniştin û me li bergehên hêşîn û zer ên warên kurdan temaşe kir. Heta ber destê sibê, li ber agirên gur, me li dengbêj û stranbêjên navdar ên ko rêzên stranan mîna zêr, zîwer û lûlû li pey hev rêz dikirin, guhdarî kirin. Em bi dengên mirîşk û dîk, salûr û bilbil, teyr û kew, seg û tajî, mehîn û cahniyan hişyar bûn.