Kî qasî me dilhişk e û dilnerim
Kî qasî me sar e weke me gerim
Mal, mendal, bûk, zaro, jin nema kes
Bawerî, tol, kîn û şor mane, bes
Xwe dîl nexwest, hêsin afirand
Destê me bi xincer û şûr şidand
şerê me sor e, destê me pola
Dost re gorî ne, dijmin re bela
Kamiran Ali Bedirxan