Hilkişim ser serê çiyayekî bilind, li vî welatê ku ji pêvî mirov, her tişt lê mezin e. Koletî mezin e. Mirin mezin e. Bênamûsî, xiyanet, tirs mezin e. Ez ê herim jora wî çiyayê bilind û ez ê ji Xwedê re bêjim; ma qey tê me heta hetayê ji bîr bikî?! Û ez ê xwe ser serî bavêjim ser vê axa bêhest. Ez ê wekî qantirekî serjêkirî, xwe di xwîna xwe de bigevizînim, heta hiş û dilê min pûç bibin.