Ev bajar jî li min nehat, ez ê biçim xerîbiyê
ez ê li welatê xelkê binêrim li cavên xwe
min tiştek fahm nekir ji dînê, ji jînê, ji evînê
gava deriyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk
ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî
ku ne ez jîyam ne ya ez jîyam xelas bû
ez ê bêjîm bi dengekî paxirî: ji îro pê ve
min evîn nevê min evîn nevê min evîn nevê