Zahidê xelwet nişîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye
Aşiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
vî zemanî herkesek bê şubhe xemxwarê xwe ye
Eger sirra di qelban e, we ger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şaî yû talî