Destên min dirêjî ber bi te
Dilê xwe dirêjî dilê min bike
Em rûbirû ber bi hevdû ve
Bistrên stranên jiyana şîrîn
Jiyana me bla legel hev
Pêkve bifûre bi şadimanî
Têkve biçilmise ji kesera hev
Nasnameya min di devê min de
Dayina dê û bavê min
Ne pasaport e ku bê çirandin
Ne kaxiz e ku tu bavêjî
Nasnameya min di devê min de
Kes nikare bistîne ji min
Dilê min hêtûn e, ji evîna te
Dilê te zemherîr e, zeber e, gêdûk
Dilê te deryaya qeşemê,
Çi deryayek sar, qerisî, tezî,
Ji evînê bêhay,
Ne damar dijene, ne reh lêdixe.
Di tanga min de, dilê te;
Hişk û tevizî.