Ji esman hatin em,
-Wek kurd-
An
Ji erdê hêşîn bûn bi awakî?
Kengê... çawa... çilo...
Peyda bûn li vî xakî?...
Kes nîne bersiva vê pirsê bide
O bîra tarixê jî ji heq dernayê.
Tiştê tê zanîn
Ji destpêka zemanekî nebinavkirî
Em li vê deverê ne.
Me gêra vî xakî kire war
Û vî warî kire milk
Me xwe jê re feda kir
Ji silqê safî.
Dîcle - Firat xwîn û can,
Laş bi xwe Kurdistan e.
Bê laș ma xwîn çi tișt e?
Xwîn û laș pêkve can e.
Ger Kurdistan behişt e,
Bê kurd behişt xopan e.
Gava behişt ji dest çû
Cihan êdi zindan e.