Birinci dönem kendi içinde iki alt döneme ayrılabilir. 1980'e kadar olan ilk alt dönemde sadece Erivan'da roman yayımlanmıştır. Kafkasya bu yıllarda birçok Kürdün kulak kabarttığı Erivan radyosu gibidir. Bölgenin çekim gücünü anlatan bir örnek ilk Sorani roman tartışmalarında da rastladığımız, Rehîmê Oazî'nin Pêşmerge adlı romanının Erivan'da basılmış olmasıdır. Kurmanci bölgesi olarak bilinen bu bölgede Soranî lehçesinin ilk eserlerinden birinin de basılması onun merkezi yönüne işaret etmektedir.
Her beşeka Kurdistanê dikare bibe pena û piştgiriya neteweyî û emnî ji bo beşeka dîtir ya Kurdistanê. Evê yek ji wan derfetan e ku rengê di dahatûyê de li berdem çareseriya "Pirsa Kurd" de wê derbikevin.
Her yek ji wan dewletên dagirkerên Kurdistanê tenê dewleta pir-netew nînin, bereks pir-welat in, her yek ji wan welatan beşek ji niştîmana kurd heye, yanî kurd ax û cografyaya taybet hene û li ser xaka kesî najî. Her beşeka Kurdistanê berdewamiyek dirêj ya dîrokî, siruştî û neteweyî heye.
Ev prosesa serweriya netewî ya dewletên dagirkerên Kurdistanê berê lawaz û paşê jî wê ji nav bibe. Ew dewletana tiştekî dîtir êdî nikarin, di nav sînorên xwe yên derewîn de, bi navê parastina serweriya neteweyî ve siyaseta rêguhaztin, jênosîd û kultursayd (ji navbirina kultur û ziman) beramber kurdan bi rê ve bibin. Kurd wek ji neteweyeka hatî paşguhkirin û jibîrkirinê, ku rûtrepal û tenê bi serê xwe beramber rehma hinek dewletên şovenî, dîktatorî ya Rojhilata Navîn hatibûn hiştin, dê bibe ne teweyeka cihê hesabê û ji metirsiya jinavçûna fîzîkî û kulturi derbas bibe. Ji vê wêdetir (hebûna herêma Başûrê Kurdistanê û fişara Ewrûpayê ya ser Tirkiyê) çend hingavên ji bo azadiyên netewî û kulturî nêzîk kiriye. Anku bi raya min di destpêkê de azadiya siyasî û kulturî ya neteweya kurd li gel lawazbûna serweriya netewî ya wan welatan destpê dike.