Zimanê me çand e,
Zimanê me hebûn e,
Zimanê me hişmendî ye,
Zimanê me berxwedan e
Zimanê me jiyan e.
Bê ziman jiyan nabe!
cejna zimanê Kurdî pîroz be ♥️
Welat! Welat! Kanî xweşî?
Qewî îrû tu nexweş î
Kanî ew ken, kanî geşî?
Çiman holê wek dilreş î?
Çiman wisa tu bêmad î?
B'kurê xwe re xeber nadî?
Kul û kûvan ji her alî
Lewra welat wer dinalî
Destên tirko li te ketin
Bi xwîna te sor bûn repin
Mîr û mela dar ve kirin
Xort û xurtan ji te birin...
Were Dotmam
Celadet Alî Bedirxan