pirtûk bi nameyan destpêdike û heta ber bi dawîbûnê jî wisa didome. Piştî name tên birîn û çîrok ji devê kesek din tê vegotin, hin tişt zelaltir tên fêm kirin. Mirina Werther min xemgîn kir. Di encamê de pirtûk û mijara wî xweş bû lê ji bo jiyana rastîn divê Werther jî û Lotte jî kesayetên wêrektir bin...
Dema ez zarokbûm min cara yekem vê pirtûkê xwend. Lê tim di hişê min de bû. Ji ber ku dema tu pirtûkê diqedînî dizanî ku ji pêşeroja xwe tu berpirsiyar î. Ji ber hîsa ku dide afirandin dema ez di jiyanê de bitengijim dîsa vê pirtûkê vedikim û dubare dixwînim