Gunehkar î, bi çavan wer dibêjî
Te jîna xwe di vê rê bêbiha da
Evîna dil, nerast e wer dibêjî
Me "a" xwest û te bersiv tim bi "na" da
Me go: Carek were nik min, te go: "Na"
Çi "na-na" ye di van çax û demada?
Cegerxwîn im, ji ber "na" te dinalim
Ji ber nayê di nav çerx û sema da