Silav hevalên hêja!
Di vê vekolîna xwe de ez ê danasîna vê berhema hêja ku di wêje û çanda Kurdî de mîna stûneke bêhempa û qehîm cihê xwe girtiye, bikim, yanî danasîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî dê bikim... Nizanim gelo dê ziman û hestên min têrî danasîna vê berhema hêja bike lê dîsa jî ez ê hewl bidim.
Belê, Mem û Zîn!
Mem û Zîn çi ye?
Berhem li ser çîroka Mem û Zînê hatiye nivîsandin û ew bûyera Mem û Zînê di sala 1450/51'an de dema Emîr Zeyneddîn ji fermandarên Cizîra Botanê ye qewimiye. Ehmedê Xanî bi awayekî menzûm çîroka Mem û Zînê - ku çîrokek rast e li pênûsê xistiye. Mem û Zîn; berhemek ji aliyê Ehmedê Xanî ve di sala 1694-95'an de bi awayê mesnewî hatiye nivîsandin. Her rêza(misra) wê li ser 10 kite(heca) hatiye avakirin û ji aliyê kafiye ve pir saxlem e. Mem û Zîn, ji 195 beytan yanî ji 390 rêzan pêk tê.
Ev berhem ji van kesên eslî pêk tê; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, di berhema xwe de taybetiyên xirabî, durûtî, fîtne û fesadî di şexsê "Beko" de kom kiriye. Taybetiyên qencî, rastî, bêsûcî, zeîfî û naçarî jî di şexsên Mem û Zînê de kom kiriye. Xanî, rewşa jiyan û civak û çanda wî zemanî bi hostatiyeke mezin bi beytên xwe neqş kiriye. Lê Divê ne tenê wekî çîrokekê li Mem û Zîna Ehmedê Xanî bête nêrîn. Ehmedê Xanî berhema xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstina zimanê wî rêzik rijiyane ser dilê me û li ser dilê hezkerên zimanê Kurdî. Mem û Zîn bi zimanên farisî, erebî, fransî, rûsî û tirkî hatiye wergerandin.
Mem û Zîn behsa çi dike?
Bi navê Zîn û Sitî du xwişkên Mîr Zeynedîn hebûn. Tacdîn, kurê wezîrê dîwanê bû. Qehremanê me yê Memo jî, bi leqeba Memê Alan navdar bûbû, ew kurê katibê dîwanê bû, hevalê herî nêzîkî Tacdîn bû.
Ew roja Newrozê, sala nû hatibû li