Ji bo meriv hezbike, ma divê meriv li ya xweşik binêre?
Di canekî kirêt de ruhekî bedew, ma nikare dil girêbide?
Bêrîkirin; ma ji yê tê bêrîkirin dûr man e?
Ku yê tê bêrîkirin nêz be, ma qey êş nayê hiskirin?
min guhê xwe da dilê axê
ji min re qala evîna xwe û baranê kir
min guhê xwe da dilê avê
ji min re qala evîna xwe û kaniyê kir
min guhê xwe da dilê darê
ji min re qala evîna xwe û pelan kir
dû re min guhê xwe da dilê evînê
ji min re qala azadiyê kir…