Em her du di rojekî de hatin dinê.
Tu li koşkê
Li ser doşeka ji periyê çivîkan
Û…
Bi gulavê şûştibûn.
Ez li çolê
Ser berfê
Bi ava sar…
Em her du di rojekê de giriyan
Tu ji şadî…
Lê ez ji xem û bedbînî.
Te kamranî mêtibû
Lê…
Min perîşanî… Xizanî…
Rojekî emê her du bimirin
Wê tirba te ji mermer
Bi kulîlk û beybûnên spî, sor û zer…
Bi pey te de şîn…
Lê tirba min nenas,
Winda…
Bi pey min de bêdengî…
Kincên min.
Çavên diya min bi xwîn.
Ma wê ev nalebarî ta kengî bidome?
Dawiya çîrokê de
Rastiyek heye keça delal!
Rojek wê bê…