Rûbar Elî

Rûbar Elî
@Rubar_Ali
Sal diborin wek libên tizbiyê Her wêneyek selewatek e

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·144 syf.·
2023 37. kitabı
Qasim Pîro
0/10 · 9 okunma
Reklam

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·182 syf.·
2023 31. kitabı
Helîm Yûsiv
9.1/10 · 88 okunma
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
Puan vermedi·110 syf.··
2023 27. kitabı
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû. Di wê şanoyê de tîradeke bi vî rengî hebû: ..... Helbet dê dirî di destê me de herin Dê pêlavên me tijî xwîn bibin Dê îşkence li mêjiyê me bê kirin Û dê fikrên me bi dar de bikin Lê dema laşê me hemî êşan naskir Di dawiya rojê de Dê ew kulîlka xweşik di nav lepê me yî bi xwîn de be Jibîr neke heta xwîna me nerije Laşê me dê nebe aîdî me. ( Mixabin min şano heft sal berê bi Tirkî nivîsandiye û niha min wergera wê kir.) .... Tîradeke dirêj bû. Îcar herdu ristên dawî ango "Heta xwîna me nerije/ Laşê me dê nebe aîdî me" û "Diêşim wê demê ez heme." du heb guşiyên heman darê ne. Nizam ji ber wê tîradê û helbet lîstikvaniya muazzam ya xwendevana min Ayşe AKYOL anî bîra min an ji ber ku rastiyeke mîna striyên di bin neynokê de veşartî û bi êş e mêjiyê min ricifî. Îcar êş û wêje, êş û huner bi ya min bi pêwendiyên pir xurt bi hevdu ve girêdayî ne herwiha bi ya min êş bi serê xwe sirûşeke, îlhameke bêhempa ye . Êş di heman demê de çavkaniyek e ji bo hunerê lewra jidil jî heta laşê mirov neêşê bala mirov naçe ser wî ciyê bi êş û mirov qîmeta wê jî nizane. Wekî mînak girîngiya piyekî(pê,ling,nig,paq-ji ber ku li hin herêman pî di ciyê dest te tê bikaranîn:)) gelo ji hêla yekî qop maye ve bêtir tê zanîn an ji hêla yekî ku piyên wî saxlem in? Rehmetiya pîra min digot heta ku ronahiya çavê min neçû min nizanibû çavên min hene. Wî çaxî bi mêjiyê zarokekî helbet min ji gotina wê fehm nekiribû lê niha fehm dikim ku ev rastiya herkesî ye ne ya pîra min tenê.
Kurdî
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201953 okunma