Rûbar Elî

Rûbar Elî
@Rubar_Ali
Sal diborin wek libên tizbiyê Her wêneyek selewatek e
Pêşniyazek Ji Bo Destpêkirina Berhemên Ciwanmerd Kulek
Puan vermedi·368 syf.··
2025 49. kitabı
Wekî pêşniyazê dixwazim bibêjim teqez ji vê pirtûka ceribandinên bi tehm dest bi xwendina Ciwanmerd Kulek bikin. Wê hingê wisa bawer im dê xwendina wî hem bêtir bi wate bibe û hem jî dê hêsantir bibe. Bila ev pirtûk çavê we netirsîne lewra yek, ev ne gotar in her çiqas di danasîna pirtukê de wisa bê xuya jî. Du, ev ceribandin in û birastî jî pir bi tehm bûn. Zimanê vê berhemê û romanên Ciwanmerd Kulek naşibin hev (ev fikra min e) di vir de mebest ne ew e ez bibêjim ev ji romanên wî qelstir e an jî berevajiyê wê. Zimanekî hem edebî û hem jî hêsan hebû tê de. Yeke din mirov piştî vê berhemê dixwaze çîrok û romanên wî jî bixwîne (qet nebe ez wisa difikirim) du pirtûkên wî man yên min nexwendî ew jî li benda demek xweş in. Nîşe: Du mebestên vê nivîsê hene 1-Dixwazim hîn bêtir xwîner nexasim yên meyla wan î nivîsê/nivîskariyê heye nivîskarekî wekî Ciwanmerd Kulek bixwînin û pê bihesin.(Mixabin nasîna wî an jî xwînerên wî û hêjabûna berhemên wî pir dûrî hev in.) 2- Ciwanmerd Kulek li gor min ne tenê nivîskarek e ew di heman demê de rewşenbîrek e jî herwiha em di demeke wisa alozî de herî zêde muhtacî wan in.
Kurdî
Serê We NeêşînimQiseyên Dûdirêj · Avesta Yayınları · 03 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Puan vermedi·252 syf.··
2024 35. kitabı
Bu kitabı okumak yerine açın bir "Tarkan" veya "Kara Murat" filmi izleyin zamanınız çok daha verimli geçer. Bu kadar hamaset de ne bileyim cehaletten kaynaklanmıyorsa neyden kaynaklanır? Bana Tarkan filminde geçen bir sahneyi hatırlattı: -Bu denizi kayıkla tek başına şimdiye kadar hiç kimse geçmedi. -Sana Türk'üm dedim ya! Şimdiye kadar gördüğüm en komik karikatür olabilirdi ama karikatür değil sinema!
Edebiyat
Köse KadıBahaeddin Özkişi · Ötüken Neşriyat · 20241,308 okunma
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
Puan vermedi·110 syf.··
2023 27. kitabı
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû. Di wê şanoyê de tîradeke bi vî rengî hebû: ..... Helbet dê dirî di destê me de herin Dê pêlavên me tijî xwîn bibin Dê îşkence li mêjiyê me bê kirin Û dê fikrên me bi dar de bikin Lê dema laşê me hemî êşan naskir Di dawiya rojê de Dê ew kulîlka xweşik di nav lepê me yî bi xwîn de be Jibîr neke heta xwîna me nerije Laşê me dê nebe aîdî me. ( Mixabin min şano heft sal berê bi Tirkî nivîsandiye û niha min wergera wê kir.) .... Tîradeke dirêj bû. Îcar herdu ristên dawî ango "Heta xwîna me nerije/ Laşê me dê nebe aîdî me" û "Diêşim wê demê ez heme." du heb guşiyên heman darê ne. Nizam ji ber wê tîradê û helbet lîstikvaniya muazzam ya xwendevana min Ayşe AKYOL anî bîra min an ji ber ku rastiyeke mîna striyên di bin neynokê de veşartî û bi êş e mêjiyê min ricifî. Îcar êş û wêje, êş û huner bi ya min bi pêwendiyên pir xurt bi hevdu ve girêdayî ne herwiha bi ya min êş bi serê xwe sirûşeke, îlhameke bêhempa ye . Êş di heman demê de çavkaniyek e ji bo hunerê lewra jidil jî heta laşê mirov neêşê bala mirov naçe ser wî ciyê bi êş û mirov qîmeta wê jî nizane. Wekî mînak girîngiya piyekî(pê,ling,nig,paq-ji ber ku li hin herêman pî di ciyê dest te tê bikaranîn:)) gelo ji hêla yekî qop maye ve bêtir tê zanîn an ji hêla yekî ku piyên wî saxlem in? Rehmetiya pîra min digot heta ku ronahiya çavê min neçû min nizanibû çavên min hene. Wî çaxî bi mêjiyê zarokekî helbet min ji gotina wê fehm nekiribû lê niha fehm dikim ku ev rastiya herkesî ye ne ya pîra min tenê.
Kurdî
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201953 okunma
Puan vermedi·200 syf.··
2023 21. kitabı
Bi Minasebeta Xwendina 'Bazirganê Venedîkê' Li Ser Girîngiya Wergerê Çend Kelam Werger û wergêrî bo çi bi qîmet e? Heke em bixwazin bersiva vê pirsê hîn bibin divê pêşî em pirtûkên cîhanê yên bi qîmet bixwînin û binirxînin û helbet divê em bandora wan pirtûkên dewlemend ku dê piştî wergerê li zimanê me bike bînin ber çav û mêjiyê xwe. Gelek miletên bi bext an jî şareza wergerên klasîkên cîhanê ji xwe re kirin karekî pîroz û di avakirina edebiyata miletê xwe de wekî rê û rêbazekî bikaranîn. Helbet em Kurd ewqasî ne bi bext in mixabin(di vir de tika dikim bila wekî dramatîzekirina bindestiyê an jî bêdewletbûnê neyê fehm kirin) ji ber ku dewleteke me ya serbixwe çênebûye wekî gelek tiştên din em ji xwendina klasîkên cîhanê ya bi zimanê xwe jî dûr mane heta vê sedsalê. Belkî ji gelek kesan re ev tişt ewqasî ne girîng be an jî gelek kes belkî nexwendina berhemên bi qîmet yên cîhanê wekî tiştek lixwezêdekirin nebînin. Mixabin ev tişt ne tiştekî wisa ji rêzê ye berevajiya vê fikrê ev tişt gelek gelek bi qîmet e. Herwiha aniha nayê bîra min lê wekî Wînston Churchill di bîra min de maye, ji Churchill dipirsin dibêjin: Fîloyên Îngilîzan(komkeştî) an Shakespeare? Churchill dibêje helbet Shakespeare! Peyre pirseke din lê zêde dibe; London an Shakespeare? Ew bêyî ku çend saniyeyan di gûmanê de bimîne demildest dibêje helbet Shakespeare lewra London xera bibe em dikarin yeke din bi hêsanî ava bikin lêbelê em nikarin Shakespearekî din, nexasim berhemên wî yên bêhempa ava bikin... Birastî jî kesên mîna Shakespeare, Dostoyevskî, Joyce, Ehmedê Xanî..(Mirov dikare mînakan zêde bike) carekê tenê tên. ... Huner tiştekî pir balkêş e ew bi xwendinê, bi dîtinê û bi fehmkirinê diwelide; wekî kulîlkeke ku av li rihê wê bikeve û bibişkive bi xwe ve tê. Îcar wergereke bi qalîte ji bo miletekî
Kurdî
Bazirganê VenedîkêWilliam Shakespeare · Avesta Yayınları · 202114,7bin okunma
Spêle
Puan vermedi·88 syf.··
2022 52. kitabı
Ev çend roj min newêribû devê wê vekim lewra barê berpirsiyariyê giran e bi rastî jî. Îro min ew carî kir tevlî tirs û kelecana dilê xwe. Êdî tevî xêr û gunehê xwe pirtûka xwendekarê xwe ye..
Kurdî
SpêleRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202227 okunma