Mihteşşşem!
Piştî Mehmet Dicle, cara ewil e ez ji ziman û uslûba nivîskarekî hewqas hez dikim. Rûbar Elî, kekê ezîz, Xwedê yeke te bike hezarî û lingê te li keviran nexe.
Ev berhema li ber destê me, Welatê Pirpirokan, çend meh berê ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Berhem ji 9 çîrokan pêk tê û li ser hev 78 rûpel e. Hemû çîrok pişta xwe dispêrin rastî û pirsgirêkên civakî. Nivîskar van pirsgirêkan ji nû ve honandiye û bi zimanekî helbestkî, bi helwesteke henûn, bi hûrik hûrik vegotiye. Ev berhema wî ya duduyan e, ya ewil Spêle (herçî nexwendine hûn li hêviya çi ne?!:) jî kêm zêde wiha baş û serkeftî bû. Lê dikarim bibêjim ku Rûbar Elî xwe ji aliyê vegotinê ve gelekî pêş xistiye. Gelek nivîskar hene tu dibînî bi dehan pirtûkan dinivîsin lê tu di wan de pêşketinekî an jî guherîneke erênî nabînî. Ji cihekî şûn da ev dibe dubarekirin û ji tehmê derdikeve. Lê Rûbar Elî berê xwe daye pêşketinê..
Piştî xwendina herdu berhemên wî, baş serwext bûm ku Rûbar Elî çavdêrekî gewre ye û bala wî tim li ser hûrgilîyan e. Ya ku berhemên wî ewqas serkeftî dikin ne mijara çîrokan e, lewra mijar pirr nas û ji nava me ne, tiştekî efsûnî jî tune ye di çîrokên wî de, hemû ji rastiyê ne û bi nêrîneke realîst hatine nivîsandin; bellam gelek caran tişta muhîm ne "çi" ye, ew "çawa" ye. Yanî mebestim çi ye? Eve ye: Rûbar Elî wekî gelek nivîskarên kurd, ji bîra miletê xwe avê vedixwe, dibe şahidê pirsgirêk û rasteqîniya miletê xwe, piştre tê van tiştên ku şahidiya wan kiriye ji nû ve lê bi şêwazeke derasayî dihûne, vedibêje. Ango beriya ku em li ser sekeftîbûna vê berhemê rawestin, divê em vê pirsê ji xwe bikin, ka gelo vî nivîskarî van çîrok û bûyerên tê da "çawa" vegotiye, bi şêwazeke çawa? bi zimanekî çawa? bi nêrîneke çawa? Bersivên van pirsan dikin ku em li ser serkeftîbûna berhemê çend tiştan