DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN
Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt.
Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de , li bin hîva çardeşevî , çavekî wî li Qijakê , çava din li hîv û dar û zeman e
Navê qerekterê romanê tun e, navê Qijalkê jî, lê em ji romanê fam dikin ku qerekter mêr ; qijalk jî mê ye .. ji xwe tu giringîya vê yekê jî nîn e bi min , her wekî A. Camus jî di romana xwe a Bîyanî de gotî “ dayê mir nizanim îro bû , belkî jî doh bû “
Qijalk ne tenê qerekter û rêhevalê qerekterî me a sereke ye , heman demê demjimêr e , pîvan e û seata şeşan a şiyar kirina qerekterê me a sereke ye … lê alarm ew tenê nîne ; trêna şeşan a ku li vir re derbas dibe jî heye , trên tenê heye , ji bilî wê tişteke peywira wê nîn e … dema piştê trên derbas dibe qijalk “ qajeqaj“ dike, dîsa qerekterê me tikûtenê ye “ bi qasî Rilke tikî tenê me” (rp12)..
Fewzî Bîlge , dixwaze qerekterê xwe ji qelebalixê bişo û tenê bihêle , piştê vê yekê jî dixwaze qerekterê xwe ji nû ve ava bike . Avakirina yekem jî “ xweheyîkirin e” …
“ Xweheyikirin , xwestina jîyaneke heta hetayê ye, rakirina sînorên hemû zemanan e” ( rp,17) … lê dê vê yekê çawa bike ? Ji aliyeke din ve jî ji pênasekirinê aciz e , “ pênasekirina hinek tiştan bi qasî pênasekirina Xwedê zehmet e û ji ber ku pênasekirin her tiştî bi sînor dike , meriv neke çêtir e” (rp, 34)
Di meseleya pênasekirinê de nêrînên J. Sartre a di derheqê “ xweheyînkirinê” dihîne bîra xwendevanan lê dê çawa xwe ji xwe û ji “sîya nemîrên hemû zemanan “ bişo û xwe ji nûve ava bike ?
Kengê hewl dide ku “xweheyî” bike