Saîd mîrza

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·112 syf.·
2023 32. kitabı
Ferit Edgü
8/10 · 1.065 okunma
Saîd mîrza
Ronîzer baş werdigerîne
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
MALA BÊZAR
Mala bêzar û bêtifal Mîna lempa bêşewq, şemal, Mîna gûza pûç, bêkakil, Mîna serê bêhiş-bêakil, Mîna baxçê bêgul,bilbil, Mîna merîê bûruh û dil,
Sayfa 56 - Nûbihar·Kitabı okuyor
Saîd mîrza
Ömer FarukÖmer Faruk kekê bo latinînizekirini spas
8/10
·106 syf.··
2023 7. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 03:16
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt. Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de , li bin hîva çardeşevî , çavekî wî li Qijakê , çava din li hîv û dar û zeman e Navê qerekterê romanê tun e, navê Qijalkê jî, lê em ji romanê fam dikin ku qerekter mêr ; qijalk jî mê ye .. ji xwe tu giringîya vê yekê jî nîn e bi min , her wekî A. Camus jî di romana xwe a Bîyanî de gotî “ dayê mir nizanim îro bû , belkî jî doh bû “ Qijalk ne tenê qerekter û rêhevalê qerekterî me a sereke ye , heman demê demjimêr e , pîvan e û seata şeşan a şiyar kirina qerekterê me a sereke ye … lê alarm ew tenê nîne ; trêna şeşan a ku li vir re derbas dibe jî heye , trên tenê heye , ji bilî wê tişteke peywira wê nîn e … dema piştê trên derbas dibe qijalk “ qajeqaj“ dike, dîsa qerekterê me tikûtenê ye “ bi qasî Rilke tikî tenê me” (rp12).. Fewzî Bîlge , dixwaze qerekterê xwe ji qelebalixê bişo û tenê bihêle , piştê vê yekê jî dixwaze qerekterê xwe ji nû ve ava bike . Avakirina yekem jî “ xweheyîkirin e” … “ Xweheyikirin , xwestina jîyaneke heta hetayê ye, rakirina sînorên hemû zemanan e” ( rp,17) … lê dê vê yekê çawa bike ? Ji aliyeke din ve jî ji pênasekirinê aciz e , “ pênasekirina hinek tiştan bi qasî pênasekirina Xwedê zehmet e û ji ber ku pênasekirin her tiştî bi sînor dike , meriv neke çêtir e” (rp, 34) Di meseleya pênasekirinê de nêrînên J. Sartre a di derheqê “ xweheyînkirinê” dihîne bîra xwendevanan lê dê çawa xwe ji xwe û ji “sîya nemîrên hemû zemanan “ bişo û xwe ji nûve ava bike ? Kengê hewl dide ku “xweheyî” bike
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202012 okunma
Şeyma isimli okura yanıt verildi
Saîd mîrza
Spas xwes
Helbestêkoşeriya Helbestvanekê
Puan vermedi·112 syf.··
2023 49. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 22:29
Di sala 2016an de, di kovara Rozayê de, min hevpeyvînek xwendibû ku bi Fatma Savciyê re hatibû kirin. Heta wê rojê min tenê navê wê dizanibû lê ew roj, ez bi çîroka wê haydar bûm û ji wê rojê vir ve ye Savci, di qonaxa giyanê min de cihê herî xweş girtiye. Gulên Qasid, pirtûka wê ya ewil a helbestê ye. Savci, helbestên xwe yên vê pirtûkê di girtîgehê de, li ser pelên cixarê dinivîse da ku bikaribe wan bi xwe re derxîne derve. Piştê yanzdeh salên li zindanê, di sala 2003yan de, bi tevê van helbestên li ser pelên cixarê derdikeve derve û piştê sê salan ev helbest ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve, bi navê Gulên Qasid, wek pirtûk tên çapkirin. Têkoşîna wê ya li hemberê hegemonyayê, di temenekî biçûk de dest pê kiriye e û hîna jî didome. Piştê vê berhemê gelek berhemên dîtir jî welidîne ji malzaroka jiyana wê ya têkoşer. Di nava vê berhemê de carinan, ez li pêrgî hin rêzikan dihatim, min digot qey helbestvanê, xwe li pişt van rêzikan veşartiye: "ku keçek hijdeh salî dişemite ber sîperê ji dara stêran..." (58) Wateya jiyana we di çi astê de be, afirînerî û pêkanîna we jî yê di heman astê de be; lewra qelema serfiraziyan bi hibra serborîyan ve tête dagirtin. Fatma Savci, xweşkoka welatê me! hibra te dimijîne rûpelên wêjeya me ya virnî, notanî wan çilkeziyên ji çilkaniyan ava heyatê bikişînin, di nav du çakilên çîl qerqaş de...
Gulên QasidFatma Savci · Avesta Yayınları · 200612 okunma
Saîd mîrza isimli okura yanıt verildi
Saîd mîrza
ŞeymaŞeyma bi min hin tişt divê mirov li gorî şert û mercên wan û li gorî derfet û çanda wan binirxîne ; dema me wisa meyîzand em ê bibînin ku wêje û helbesta kurdî xwedî statûyeke … lê çima dengvenade ? Çimkî têra xwe nayê xwendin , rexnekirin û nasîn … ewê çawa be ? Bi min heya distanên kurdan çênebin û bi hezaran zarok bi kurdî nexwînin em ê tu carê rastîya wêjeya xwe nebînin
Helbestêkoşeriya Helbestvanekê
Puan vermedi·112 syf.··
2023 49. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 22:29
Di sala 2016an de, di kovara Rozayê de, min hevpeyvînek xwendibû ku bi Fatma Savciyê re hatibû kirin. Heta wê rojê min tenê navê wê dizanibû lê ew roj, ez bi çîroka wê haydar bûm û ji wê rojê vir ve ye Savci, di qonaxa giyanê min de cihê herî xweş girtiye. Gulên Qasid, pirtûka wê ya ewil a helbestê ye. Savci, helbestên xwe yên vê pirtûkê di girtîgehê de, li ser pelên cixarê dinivîse da ku bikaribe wan bi xwe re derxîne derve. Piştê yanzdeh salên li zindanê, di sala 2003yan de, bi tevê van helbestên li ser pelên cixarê derdikeve derve û piştê sê salan ev helbest ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve, bi navê Gulên Qasid, wek pirtûk tên çapkirin. Têkoşîna wê ya li hemberê hegemonyayê, di temenekî biçûk de dest pê kiriye e û hîna jî didome. Piştê vê berhemê gelek berhemên dîtir jî welidîne ji malzaroka jiyana wê ya têkoşer. Di nava vê berhemê de carinan, ez li pêrgî hin rêzikan dihatim, min digot qey helbestvanê, xwe li pişt van rêzikan veşartiye: "ku keçek hijdeh salî dişemite ber sîperê ji dara stêran..." (58) Wateya jiyana we di çi astê de be, afirînerî û pêkanîna we jî yê di heman astê de be; lewra qelema serfiraziyan bi hibra serborîyan ve tête dagirtin. Fatma Savci, xweşkoka welatê me! hibra te dimijîne rûpelên wêjeya me ya virnî, notanî wan çilkeziyên ji çilkaniyan ava heyatê bikişînin, di nav du çakilên çîl qerqaş de...
Gulên QasidFatma Savci · Avesta Yayınları · 200612 okunma
Saîd mîrza
Sihet xweş Gelo “wêjeya me virnî “ ye?