Ez, zarokê muhaciriyê, lawê muhaciran, stenboliyekî kozmopolît ku ji welatê kurdan û kahniya zimanê kurdî bi dûr,di nav ziman û çandên cuda de, mezin û perwerde bûbûm, li Şamê, bajarê şevên dirêj, ketibûm pey gotinên kurdî yên bav û kalan...
Salên sîhan; heyamên nû, gavên nû, hêvîyên nû û derd û keserên nû. Salên sîhan; dirêjahiya şevên reş, bêdengiya tariya şevê, karkeriya gotinên mirî û winda bûyî yên kurdî. Û tenêtî... di nav xelk, şênî û xisman de tenêtî...
Meriv divê dilên ku bi tîrên xedar ên zulmê birîndar bûne, nede ber bayê seqem ê teresî û çavpahniyê... Jixwe dil şikestî ye, hingî dil dibe dîl. Û dilê ku hînî dîlîtiyê bibe, êdî meriv nikare zû bi zû, ji dîlîtiyê rizgar bike. Şert û merc dikarin merivan dîl bixwînin, lê gidî, bila dil dîl nekeve! Eger dilê miletekî jî dîl ketibe, hingê ew milet li ser riya windabûnê ye...
Bireycilik ateşini korkuyla birlikte körükleyeceksiniz, onların hepsi biz kardeşiz, yoldaşız, derler, aldırmayacaksınız. Onların çoğunun içinde bir bireycilik ateşi sonsuzca yanar, karıncaların birbirlerine düşmanlığı bu bireycilikten doğar, ölüm, yılgınlık, sevgisizlik bu bireycilikten doğar.