Ferhad Abas reviya çû Sowyetê li Moskowê konferansek ‘xudbak’ da û ji xelkê Rûs re got, 'ma ezê çawa zilma
Fransa ji we re ifade bikim. Mesela heri qenc ev e. Binêrin ez Ferhad Abas im, qehremanê milî yê Cezayîrê me û ereb im. Lê Fransa ewqas zilm li me kiriye ku ez nizanim bi erebî. Niha ezê xeberdana
xwe bi Fransî ji we re bikim'.
Silêman ( Demîrel )bi devê xwe dibêje, 'em nikarin bi ermenîyan, dinya li pişta wan e'. Tê xuyakirin ku Silêman li gorî hesabê xwe zane ev dinya ne li pişta kurdan e. Ji vî awayî wek dikê eloelo xwe li me gij dikir