Gulizerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi Kurdî,
Kubra delal, sedaya şerîn ez helandim li vi erdi,
Sedaya te tê, gendî mîna deng û sedaya gozelkewê,
Dengê te bûye teyredeyek e - bi perwaz e li nava hewayê.
Dengê te tê, dixulxule mîna aveke kaniya zelal,
Hezar hezar Kurdên cahil li te mane heyr û metal.
Gulîzerê, tu dibêjî: "Her kî ji dilan dil hebandiye..."
Tu çi zanî te li vir dilek li ser xwe nehelandiye.
Gulîzerê, tu li wir distrêyî: "Yar gul, yar gul..."
Tu çi zanî yek li vir li ser te nebûye şarûr û bilbil.
Gulizerê, ez heyrana sedaya şêrîn, te wî dengî, Dengê te yê ezîz şehde, ez li ser te bûme bengî.
Evlilik, diğer asıl ataerkil sözleşmeye (yani, kapitalizme) benzer. Insanın doğum hakkını çalar, gelişimini engeller, bedenini zehirler, onu cahil bırakır, sefil ve bağımlı kılar ve sonra da insanın kendisine olan saygısının son zerresine kadar beslenen merhameti icat eder.