Hesret mijangên te yên reş bûn
Di kefa destên min de
Hesret tiliyên te yên kedkar bûn
Di bedena min de
Hesret rondikên te yên zarokane bûn
Di tehma lêvên min de
Hesret çavên te yên xezalî bûn
Di nava çavên min de
Hesret navê te bû
Di nava qêrînên dilê min de
Hesret tu yî..