"Min her sibeh ji herî quntarên bakir û destnedayî yên Geliyeyê Indre, ji bo wê tewşên kulîlkên çolan ku bi her rengî hatibûn xemilandin dibirin. Ev kulîlk ne tenê giyayên asayî bûn; ew qêrîna dilê min bûn, feryadên evîna min a bê ziman bûn ku min nedikarî bi gotinan bînim ziman."
Bêsînor bû sînorên êşa dilê te,
li wir parçeyek ji te digerim,
da ku dilê xwe pîne bikim!
Li ber derî bûm û ez evînbûm,
Li ber te sekinandîbûm.
De bibêje!
Ji çi ditirsî?
Xebera te jê heye dîwaro?
Deriyê hêsin, paceya girtî,
Balîfê min, ranzeya min, zincîra min,
Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê,
Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de,
Xebera te jê heye?