Hikmet e, xuya û nediyar î
Hem li ber çavan hem jî veşarî
Cih bo te nîn in nabî parepar
Lê her afrîde bo te ye cîwar
Wek ku ew tev laşek in tu can î
Wek ew tev welatek in, xaqan î
Ciwaniya te xemla dilberan
Dexisîn û kîn te da dijberan
Işqa te ye dildaran dikşîne
Derdê te dilan her diêşîne
Te Şêrîn bi Perwîzî şêrîn kir
Te çavên Ferhad ji hêsran xwîn kir
Tu yî te Leyla kire bela Qeys
Te Ramîn hogir kirî ji bo Weys
Çima Yusif dît rûyê Zuleyxa?
Çawa te Wamiq gihande 'Ezra?
Şêxê Sen'anî pêncî car hec kir
Te ew dîn kir bo wê keça gawir