Ji esman hatin em,
-Wek Kurd-
An
Ji erdê hêşîn bûn bi awakî?
Kengê ... çawa ... çilo...
Peyda bûn li vî xakî? ..
Kes nîne bersîva vê pirsê bide
Û bîra tarîxê jî ji heq dernayê.
Tiştê tê zanîn
Ji destpêka zemanekî nebinavkirî
Em li vê deverê ne.
Me gêra vî xakî kire war
Û vî warî kire milk
Me xwe jê re feda kir
Ji silqê safî.
Min dil daye mewîjka çavên te
Ka guneh e?
Mijgulin te hene mijgulin te
Reş… û bi ser de kilkirî!
Hewce ye bibêjim birhên rakirî?
Porê vekirî, pêsîrên berda î ber!
Wey gidî!
Bûme hêsîrê te!
Te, pung diye.
nedîbe, te bihîstiye...
ya, navê kevzê
keçikekê çîzmazk daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike,
“koçerêêê!”
koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma...
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!