ersîn

ersîn
@Xwe_4
22 okur puanı
Nisan 2019 tarihinde katıldı
Û Evdal digot, Gulê, tu were, em herin mala me ye, Ji te re daynim balgih-doşegê çi dare ye, Her kî xelkê got, "îkrama Gulê ji te re çi ye?" Ez ê bêjim, "îkrama Gulê ji serê heft bavê min zêde ye." Gulê li bin gotin u gisên Evdal nedima û hema lê vedigerand, Evdal çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanê kil dane, Lê heft dengbejê mina te, ji bo min jinên xwe berdane. Evdal, dîsan, davête serê, Gulê, mehrûmê, hatime Xamûrê, defê nav dawetê, Gula Xamûrê xemilî bû, ketibû ser govendê, Dilê min Evdalê Xwedê çiqas ketê. Bêyî ku Gulê bisekine û li gotinên Evdal guhdarî bike, wê hema gotina xwe digot, Evdal, mehrûmo, ji erdê mîrê te Tahar Xanê heta vira, Xwîna sor neqitî ser keviran, De tu were ji min re bêje "xwişkê", Ez bêjim, "lo, bira..."
Sayfa 33
Kurdî
Wey can gulê,wey can gulê Bejn ziravê, wek qamişê devê golê Çavê reş in bi rengê hubrê Poz bîvilnê ji nikulê kewê Li dixe sura qetewîne Bayê sîpanê, hewa bilêcanê Awaz bi awaz dihejîne Wey can gulê, lê gulê canê Heyla xeber xweşê min bi heyranê Şemamoka li nav bostanê Suravêlka li nav mêrganê Gulê te ez kuştime Bi zarê şirîn û bi vê xeberdanê Wey can gulê, wey can gulê, lê gulê canê ...