Me êriş bir!
Bi bazûya ezmûna têkoşînê
Me pişta gunehkariyê
Û ya Ejdehak şikand.
Bila îro bibe cejna gel
Cejna jiyanê
Cejna Kurdên bindest.
Bila agirê vê Newrozê
Li ser çiyayên bilind ên welêt
Heta hetaye bişewite
Alava vî agirî bike hawar
Bibêje: Nêvîyen ademîzad
Kurd bûn yên ku yekem serhildana
Şoreşa sor pêk tîne.
"Sular hendeğine dolar. İnsanlar doğar ölür, gün doğar batar. Ağaçlar büyür çürür. Sular akar, bulut ağar. Ağayı öldürürsün, ağa gelir yerine. Bir daha öldürürsün, bir daha gelir."