Abdo Moro

Abdo Moro
Ji çîrokên helbestî û helbestên çîrokî hez dike
Zeman
Herka avê, ji nav lepê mirov herikîn û çûna wê, êşeke nenas bi min re çêdike. Ez karim bêjim tirsa ji ber seraqet tunebûna tiştên xweş digel yên nexweş jî. Ez ne qala bêrîya rojên berê dikim; rojên berê ji îro ne xweştir bûn, min qet ji xwe nepirsîye ka xweş bûn an na. Ez qala herka zemên dikim ku kes nikare bisekinîne, qala wê êşa nava xwe dikim ji ber seraqet “vêga” dibe rabirdû. Wekî ku di ser çemekî boş re diçim; nahêle du caran li tiştekî binêrim, rawestim û xwe bigihînim kevîyê.
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
“Gurek jî gava tê asêkirin, berî bireve careke din li neyarê xwe dinêre ku wê hew bibîne,” dibêjin Çermsor
Baran
Îşev jî baran dibare, baraneke pêşwext a hezîranê. Ne ji wan yek-du dengê ewran î lawaz bûya ez ê bi baranê nehisîyama. Dudilî ne dilop, her yek li ser navê xwe lêborînê dixwaze. Wekî ku di ber guhê min de dibêje ku ez bêhtir xemgîn bibim û li ser navê xwe lêborînê bixwazim. Ez jî dinivîsim. Bi tenê me. Ew pisîka di şeveke din a baranî û tenê de jî ne li ba min e, tu zanî. Hekena îşev baran zêde tesîrê li min nake, ji ber ku nagirîm. Îşev tu kes nagirî.
çûn
Îşev ez diçim. Çûn, çi peyveke tirsnak e. Xatirxwestin, çûn, berdan, terikandin, veqetîn… Tenê xatirxwestinek emrekî diajo. Wekî ku bi rîya ku bi hezaran qalikên mîdyeyan ên jevbûyî xêz kirine de diçim, li pey şopa yekî li durreya tune gerîyayî. Dizanim, miçiqîna hezkirina mirovekî, wekî gindirbûna ji serê lûtkeyeke ku yek bi kotek hilkişîyaye wir. Ew sih e gava şev dest pê bike wê herî dawî winda bibe. Sihek e dadikeve ser kendêl.
DAR
Em çik disekinin şipê, di rex hev de, xurt, bêyî li hev binihêrin, bihungivin hev. Bi hev re li yeklingî heman govendê digirin seraqet. Em niçikên axê ne ji ezmên re, zarokên dûr ên rojê, xwedîyên tavê ne. Em bi xemsarî li demê temaşe dikin. Hekena em jî zanin jibîrkirinê; ji ber ku em bê, rizîbûnê, êşa peleke weşîyayî hîs dikin, ji ber ku em karin ji çûkekî, ewrekî hez bikin, ji ber ku yên çûne venagerin. Em zanin roj wê bê em tev ê yeko yeko hilweşin, lê govend wê her bidome.