Bu kimin evreni, bu saçına bir el atma saatlerinde
Bu kim ki ölüyor Tokatta ölüyor her zaman
Ya da bir erkek bir erkeği öper gibi
Hiçbir şey anlamamış yaşamaktan
Çi qas pûç e, çi qas hêvîsar. Hewldana vejandina evîneke jidestçûyî, vêca di valahîya çavekî winda de. Divê ez qebûl bikim êdî ji min re dereng e. Çêtir e ez çixareyeke din ji xwe re bistînim, vegerim mala xwe, çayekê ji xwe re çêkim. Û binivîsim. Di vê kêlîkê de ku dildar di berê hev de radizin, hemû cureyên tenêtîyê ji bîr dibin, divê ez bigirîm û binivîsînim. Ji bo bêbextîyê bi vê çîrokê re bikim. Çawa be çavekî winda, bêbextîyek e.
Hê gelek maye ji sibehê re, şeveke tarî ye, bi pisîka xwe re rûdinim, guhê min li dengê baranê ye. Vê şevê wekî ku pisîka min di şûna hemû heywanan de ye. Gava li rex min xwe li erdê pelax dike kêzikeke himama ye li ber sikratê; gava dike miremir û devê xwe jev dike semasîyeke mekanîk e; gava vediciniqe û şîyar dibe jî ez im. Baraneke ecêb heye li derve; tê bêjî şibake digirîn; av ji ser banan, di cokan re diherike, kortan dadigire. Yên din zûde razane, di bin lihêfên stûr û çengên hev de; di tenêtîya xewê de ne ku mirinê tîne bîrê