Zarokên Li Ber Tevna Mehfûrê, kitêba çîrokan ya edebiyata farisî ye ku ji hêla Hûşengê Moradîyê Kirmanî ve hatiye nivîsandin. Berhem xwedî 2 çîrokan e: Nimiko; Rizo, Esedo, Xecîce.
Ev berhem ji alîyê Mamoste Kenan Subaşı ve ji farisî bo kurmancî hatiye wergerandin. Wergereka bi çêj û serkeftî ye bi rastî jî. Mirov dibêje qey bi kurmancî hatiye nivîsandin û naveroka çîrokan ji gundên Kurdistanê der bûye.
Her du çîrok jî di nav xwe da gelek keresteyên folklorîk yên wekî gotinên pêşîyan, biwêj, nifir, dia û ayînên kevnare dihewînin.
Hûn dê bibînin ku nivîskêr çiqasî xwedî paşxaneyaka dewlemend ya devkî ye û di qada edebiyata modern da jêhatî ye.
Subaşı, aniha li zanîngeha Mardin Artukluyê dersên Folklora Kurdî û Edebiyata Kurdî ya Zarokan dide. Wî ev berhem wekî sparteka vîzeyê spart me û em jî dê analîz, rexne û nirxandinên xwe li ser vê berhemê bikin.