Ew, keçeke keldanên şikestî yên welatekî nenas,ez,lawekî yêzidiyên bindest yên exlaqî nenas, me hevûdu, bi saya serê şûrê ku me herduyan jî, bi tecrubeyên xwe baş dinasî, li welatekî bindest û sûzen, lê xwînxwar û kîndar, peyda kiribû û ji vê qedera xwe ya neçar heyateke nû ku bi qîma min û wê dihate , ava kiribû. Ji bilî qedera me ku ji serpêhatiyên wekhev û hîsên veşartî hatibûn pê, hîç tiştekî me ne mîna hev bû, lê qederê zimanên kilîdbûyi û însanên bêdeng dikirin yek û ji wan deng û pejnên ku bi tenê dil û ruhan dikarîbûn bihîstana, diafiran..