Edebiyata me di erdekî hişk de kulîlk e, giya ye, nîsk e, nok e û jê re av divê. Pewistî bi avdane heye. A ez jî... heta ku ji min tê ez jî van nokan avdidim.
Bare min giran e. Kare min giran e. Pir dijwar e. Ez bi tenê me.
Ez dizanim. Le dîsa jî bi her awayî, bi her celebî, bi her rê û metodê, bi şev û bi roj ez avê dikeşim ser vî erdê hişk ku ew nokên ter û şîn hişk nebin...