Wehşê di hundirê min de, wehşê di hundirê te de, wehşê di hundirê wî de...
Kî dikare bibêje ku wehşek di hundirê min da tuneye?
Dibe ku hin wehşên di hundirê hinek mirovan de, ji yê di hundirê hinek mirovên dina dijwartir yan jî baştir be. Lê ez bawerim di hundirê me te va de wehşek heye û hinekên ji me li dijî wî wehşî dertên lê hinekên me jî wî wehşî roj bir roj dijwartir û mezintir dikin!
Lê em tev car caran, hin wextan dibine koleyî wî wehşî û em xwe dispêrin wî. Wî wehşê hin caran dibe sedema kuştina mirovekî, wî wehşê dibe sedema hezkirinek ê, wî wehşê dibe sedema dilmayînek ê... Wî wehşê ku li gor berjewendiya mirovekî dimeşe.
Gelo em ê bikaribin wî wehşî? Ez qet ne bawerim, lê heta ji me were divê em wî wehşî kedî bikin. Çikû dibe ku hinekên me pê hay nîn bin lê ew wehş çi qasî mezin û dijwar dibe em ji xeynî wehşê di hundirê xwe de wehşê di hundirê her kesî de dibînin. Û her kes dikeve şiklê wehşan li ber çavê mirov. wehş jî naqedin ji ber wê. Û ez dibêm qey heta em wehşê di hundirê xwe de kedî nekin yê herî wehşê ku dikeve şiklê mirovan de em ê bin.
Ji dawîya pirtûkê;
Gava ez derketim kolanê, bi komeke wehşên ku hatibûn serxweşiya diya min re rû bi rû mam. Ji min we ye ku çavên min, min dixapînin lê ne wiha bû. Ne tenê kesên li pey cenaze bibûn wehş lê belê hemû kesên derdorê ketibûn kirasê wehşan. Wehşen cur bi cur û cihêreng. Her wehşeki diruvên xwe yên dema ku mirov bû parastibû lê ji mirovayetiya xwe qut bibû. Wehşek ne mîna yê din bû. Tiştê hevbeş yê di navbera hemûyan de terî bû. Tiştê bala min kişand ew bû ku ne xema kesekî bû û haya wan ji wan guhertinen ku bi wan re çêbibûn tunebû. Mirov bi dîmenên ku min didîtin bawer nedikir. Komeke mezin a ji wehşan diya min sipartin gorê û dest pê kirin ax bi ser laşê wê de kirin. Diya min a dilpak a ku di hemû