Varis Yolçiyev " Əzilmiş fotoşəkillər"
Varis sadə və axıcı bir üslubda yazan yazıçımızdı. Demək olar bütün kitablarını oxumuşam. Maraqlı kitabdır.
"Əzilmiş foşəkillərlə" hər şey üzə çıxır. İlahə və İnarə bacıları, onların həyatlarından bəhs edir. İlahə evlənir və cəmi 1 il sonra toy ildönümündə intihar edir. Hər kəs
Îro bayê jibîrkirî ye
Bêhna keserên diranzingarîn,
Serê vê seherê,
Dêmên min,
Bi bêhna gul û beybûnan dixemilîne,
Û baskên dilê min,
Qulinga Evdalê birîndar difirîne.
Min li ber min
Û li ber sehera serê sibê neşermîne
Bila qulingê Evdal
Stûyê xwe netewîne
Bila melodiya bilûrê
Meqamê xwe negirîne
Bila dibistana dil
Pênûsa xwe neşikîne...
Seydayê Sûretvan
Ka tu rabe hêlana li xwe hilîne
Vê xeyalê li min pir nebîne
Dilê xwe li min birehmîne
Ji min re sûreteki binexşîne
Veke derê turikê huneran
Îro
Îro bila
Kanîya pênûsa te
Xeyalên min bi herikînê
Îro bila dilê min
Bi dinyayê re
Xweşiyê bikewîne...
Silav kir,
Li ser sînga jînê,
Ne biryara min bû,
Silava jînê,
Ne biryara min bû,
Hatina dinê,
Li niha,
Ez bi biryar û berpirsiyar im,
Li vî ruh,
Û li vê beden û bejnê.
Kes nikare,
Min ji siya min,
Bixeyîdîne.
Serê vê seherê
Mêjî û hestan
Di destên hevdû de
Sond xwarin û soz dan
Û nivîsandin peyman
Li min kirin ferman
Ku hew li serê rê û dirban
Li pêyî te birevin
Û bibarînin hêsran
Ez ê hew
Li pêyî te bişewitim
Te di goristana dilê xwe de
Çal dikim...