9/10
·314 syf.··
Beğendi
·
2025 34. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 14 Aralık 2025 12:49
Neynikek di tariya hundirîn de asê maye ku her ku mirov bêdeng dimîne, mezin dibe. Di vê çîrokê de ku heta nav jî giran in, her kes hinekî sûcdar e, hinekî tenê ye. Gava tu fêm dikî ku tiştê te digot qey tu jê direvî, di rastiyê de wijdana te bi xwe ye, êdî veger tune. Ev pirtûk tîne bîra me ku heta bêdengî jî dikare biqîre. Roger Sozdar Tırs
TırsRoger Sozdar · Bejing Yayınları · 20252 okunma
ROMANEKE XWEŞ û ZİMANEKÎ PİRSÎSTEMÎ
Puan vermedi·88 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
32 saatte okudu
·
Okunma: 06 Haziran 2025 17:39
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike nava kundir-7” Roman bi vê hevoka bi pirsgrêk dest bi rêvîtîya xwe dike û piştre hiş diherike; kuxika bav a bêkeys, şîşikên dayê, X, Y, Z û feminîzmeke nêr ( Hewce ye em hevparîyên vê romanê û romana Eyşana Beravî ya bi navê NOWA binêrin ji bo em karibinj femînizma li edebîyata kurdî nas bikin.) 1- ! Herî pêşî li romanê xalebang bala mirov dikêşe. Çikû xalebang heyecana nivîskaran an jî heyecana nivîskar dixwaze bide xwendeyan temsîl dike. Gelek nivîskar ji bo xalebangê dibêjin “fiyaskoya uslûbê” ye, “bêzewkî” ye, “karektera lawazîyê” ye. Li gorî min jî nehewceyîyek e. Em dikarin xalebangê nola emojîyên li sosyal medyayê ên bi xalbendîyan têne çêkirin bibînin. Mînak: :-) Scott Fitzgerald ji bo xalebangê dibêje “Nola mirov henekekê bike û xwebixwe bi heneka xwe bikene.” Belê, li romanê kesekî bi sê dengan gotîbe “hawar” ma hewce ye ! li dawîyê hebe. 2 - WEKÎ Li edebîyatên cîhanê gelek caran tişt bi şibandinan têne tasvîrkirin û têne vegotin. Li edebîyata tirkî teşbîh/şibandin bi piranî bi peyvekê(daçeka şibandinê “GİBİ”) tê kirin. Loma em di piranîya berheman de rastî hevokên qalib tên. Mînak: "Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı BİR adam GİBİ hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-Hüsnü Arkan-14 "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul GİBİ hissettim."RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci(r.135) "O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan GİBİ üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar GİBİ beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı GİBİ beni rahatsız ediyordu.( RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci-131) Li kurdî jî li gelek berheman em rastî gelek şibandinan tên û gelek hevokên
Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
8/10
·148 syf.·
2025 10. kitabı
Gelek caran di nava xwandinê de mirov bêhemdî xwe bêhna xwe digre û bêdengî tevli berxwedana Berîvan û Dîcle dibe ji bo parastina wan . Bi piranî dema ku ez pirtûka dixwînim bi pênûsa xwe binê gotinên xweş çixêz dikim. Lê belê bi qedandina vê pirtûkê rewşa pênûsa min î textik ji armanca xwe derketibû û di nav diranên min î ku ji hêrsa qirçînî bi wan diket hatibû cûtin . Ne rewşa min û ne rewşa pênûsa min baş bû. Ji xwe dema ku min armanca nivîsandina helbesta ku Dîcle ji bo birîna şehîd Sînan anîye ziman fêhm kir tenê min keserek ji nava hestîye laşê xwe kişand. Pirtûkekî ku kelecanî yê bi mirov ava dike . Ji xwendina wê kêm nemînin. Hûn ê berxwedan a rojana xwe jî xurt bikin .
Kavalın EzgisiBerjin Haki · Belge Yayınları · 2015313 okunma
Dagirkirina tarîtîyê - Bextîyar Elî
Puan vermedi·720 syf.··
2024 3. kitabı
Ev Berhema hêja a Bextîyar pirtûka gelek serkeftîye. Hin pirtûk hene 1000 rûpeljî bin xwandina wan wek çemekî diherike ,wek robarekî te dikşîne nava xwe , wek kûlîlkek e lê a herî bedew . Ev gotinên min ji bo vê berhemê wê kêm be û çi gotin bibêjim wê dewsa wê negre. Dagirkirin dagirkirina welat e ,hiş e ,mêjî ye , dil e û hişmendîyê ye. Belê ev berhem bi webaye kê destpêdike ;ew weba webaya zimanê kûrdî ye . Nijadperestekî tûrk kû şeveqek di hemêza xanima xwede ye şîyardi be û zimane kî din diaxive êdî kes jê fam nake. Ew ziman zimane kî xwerû , dewlemend û bi tehm e . Lê wextê kû ew kes hîndi be kû ew ziman zimanê kûrdîye şaş dimîne ji ber kû zimanekî wûsa tûneye . Sala 1947 ‘an heta sala 1977 êş û azara kûrdan dixe paşila xwe ;helandina zimanekî bû ye sedema paytexta welat li amedê dîmenek bêdengî yê ew bêdengî kû mirov dikare kerr bike . Xweş xwendin be hêjano.
Dagirkirina TarîtîyêBextiyar Elî · Weşanên Neqşê & Weşanxaneya Şilêrê · 202214 okunma
ROJEKE TYLER, NIETZSCHE, HEIDEGGER Û SARTRE TAŞTÊ DIXWIN..
Puan vermedi·218 syf.·
2024 5. kitabı
Chuck Palahniuk di pirtûka xwe ya "Koma Şerî" de, li dijî civaka serfkariyê, nirxên dinyaya nûjen û krîza lêgerîna wateyê bi serîrakirina Tyler Durden derdikeve. Di vê serîrakirinê de em dikarin di navbera Tyler Durden û mirovê raser ê Nietzsche de têkiliyek kûr a felsefî bibînin. Gelo bi rastî jî Tyler mirovê raser ê sedsala 21an e? Ji bo em vê pirsê bibersivînin divê em hinekî bi kûr lê felsefeya wan baş binêrin û em analîzek baş ji her duyan derxînin. MIROVÊ RASER (Übermensch) Em analîza xwe pêşî ji mirovê raser ê (Übermensch) Friedrich Nietzsche dest pê bikin. Têgeha mirovê raser a Nietzscheyî, di pirtûkên wî yên li ser exlaq û nirxan de, cihek gelek girîng digre. Wextê Nietzsche digot "XWEDÊ MIR" di heman demê de dixwest bibêje ku pergalên exlaqê û nirxan li ber mirinê ve diçin. Wî wisa bawer dikir, piştî mirinê, bi navekî din hilweşînê, divê mirov xwe û nirxên heyî ji nû ve ava bikin. Di vê avakirinê de jî mirovê raser di asta herî bilind de cih digre. Ew sembolek e ku nirxên xwe diafirîne, xwe azad dike, îradeya xwe şanî dinyayê dide û wateya jiyanê diyar dike. Her wiha ew hemû nirxên kesane û civakî yên hatine çêkirin xem nake û dibe afirînerê jiyana xwe. TYLER DURDEN Û MIROVÊ RASER Beriya dest Tyler bikim divê behsa kesekî din bikim. Navê wî ne diyar e lê em ê jê re bibêjin serleheng. Tyler Durden, ji hişê serlehengê me jidayîk dibe. Lehengê me li gorî Tyler mirovekî çep e. Ji çepê qesta min jî mirovek ne ji mirovên serdema xwe ye. Ew xwediyê gelek taybetmendiyên mirovê raser ê Nietzscheyê ye. Tyler hemû rêzik û nasnameyên ku ji aliyê civakî ve hatiye pejirandin red dike û ji bo mirov ji wan rêzik û nasnameyan, xwe xilas bike ji wan re rêyek xirakar ava dike. Armanca Tyler ew e ku mirovan jê xulamtiya civaka serfkariyê xilas bike û bê tesîra civakî, bikaribe mirov xwe ji nû ve
Kurdî
Fight ClubChuck Palahniuk · Vintage Books UK · 199711,4bin okunma
Puan vermedi·226 syf.··
2023 5. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 02 Nisan 2023 01:03
Ji Hangar fünf, Derîyê Winda du têgeh Derî Murat kapkiner di helbestekê xwe de dibêje ; “Ben kapının nerde olmadığını bilirim” Lê Yildiz Çakar dibêje ; “ hin derî hene mirov dikare ji wan derkeve “(r111) Û hêvîya xwe xort digire “ bazda here xwe bavêje gola dinyayê” li ser de jî şîret û şîyariyek dide; “ ma rovîyê digere ji şêrê girêdayî ne çêtir bû” (r129) Navê pirtûkê di rûpela 222 de derdikeve hemberî me. “ ev derîyê winda ye ji bo windayîyan” Di romanê de her derî çawa bo azadî û xelasbûnê be , di heman demê de derîyên derîyên nû jî wekî zindanê wekî astengîyê derdikeve hemberê me . Ji derîyê Merîçê bigirin heta derîyên Berlînê , Ji derîyê mala Farah û farîda bigirin heta derîyê mala Lîlan û Rober ê Di romanê de derî mezin in, xembar in zer in , gewrik in , rê nin … û bêdengî nin… Bêdengî Bêdengî her wekî zengila vê derîyê winda be … wisa xweş hatiye bikaranîn Bêdengîyê olan dida di kuçeyên Amedê de. Kalek, di destê wî de gopal bi çavên xwe yên bêronahî bêdengîyê xêz dike bi serê gopala xwe a kor…. Biçûk, çûk , kurmorî nexşên bêdengîyê dihonin Derî bêdeng vedibe , bêdeng tên girtin… Bêdeng distirê dengbêjek di kuçeya hunerê a amedê … Bê dengî wekî şevê çarşefa xwe diavêje li ser hemû xîzan, belengaz û bê dewletîyan Torosa a di şeveke tarî de bavê Rober ji mal qeeirandî bi bêdengîyê dişixule Bêhna bêdengîyê ji vê hevokê tê; “Min rahişt çavên xwe û sê gavan çûm” (rp9) Her wekî çar lingên kursiyê li ser singa bêdengîyê be here xwe bavêje gola dinyayê” li ser de jî şîret û şîyariyek dide; “ ma rovîyê digere ji şêrê girêdayî ne çêtir bû” (r129) Navê pirtûkê di rûpela 222 de derdikeve hemberî me. “ ev derîyê winda ye ji bo windayîyan” Di romanê de her derî çawa bo azadî û xelasbûnê be , di heman demê de derîyên derîyên nû jî wekî zindanê wekî
Hangar Pünf- Derîyê WindaYıldız Çakar · Lis Yayınları · 20224 okunma