Puan vermedi·232 syf.··
2022 52. kitabı
Evet, beklentiler yarım bırakıyor insanları. Giovanni Drogo Bastiani Kalesine teğmen olarak atanır orada sadece 4 ay kalacağını belirtir ama 4 ay 4 yıl olur,4 yıl 34 yıl olur farkında olmadan o da herkesin kapıldığı beklentiye kapılır ve ömrünün sonuna kadar Bastiani Kalesinde kalır. Kapıldıkları bu beklenti bir gün gerçekleşir ama Giovanni Drogo çoktan yaşlanmış kapıldığı beklentiyle savaşmadan kaleden kapı dışarı edilir. Sonra yazdığım şu cümle aklıma gelir, Pir bendewarî nebin hun pir pişta xû lê bendewarî girêdin rojek ew bendewarî we nîfçe di hêle û derê. ~MPnr~
Tatar ÇölüDino Buzzati · İletişim Yayınevi · 201819,9bin okunma
8/10
·160 syf.··
Beğendi
·
2021 11. kitabı
"Cemîlê Nigarkêş û Heft Qambihostên Dewletê" Di vê pirtûkê de heşt çîrok hene. Berî vê pirtûkê min romana Şener Ozmen ya bi navê "Xeyb" ê xwendibû û li gor xwe min digot ez amade me ji zimanê wî re. Lê dema min dest bi çîrokê kir ya rastî min dît ku divê ez hîn gelek nanê tenûrê bixwim. Min hin çîrokan sê caran xwendin. Zimanê Şener Ozmen ya rastî baldariyeke taybet dixwaze. Mirov hema nîv xulek ji çîrokan dûr bikeve te ku dît leheng di nav mijeke gewr de dikin wenda bibin. Dem û leheng bi awayekî ecêb bi hev ve girêdayî ne. Gelek caran min lehengên çîrokan li nav hev dixist. Digel ku xwendineke dijwar dixwaze jî tameke efsûnî jî dihêle ya rastî. Ez dixwazim hinekî li ser çîroka "Gêdûk" ê bisekinim. Çîrokeke bi min pir balkêş bû. Di çîrokê de empatiyeke vajî hebû. Kurd kî ne çi ne çi dixwazin bi vegotineke îronîk, bi demeke îronîk, bi lehengên îronîk aniye ziman li gor min û gelekî bala min kişand. Lehengên çîrokê jî mîna ne Kurdan bi xûmam in. Çîrok hem li Nisêbînê ye hem li Şengalê ye û hema bêje li temamê Kurdistanê ye. Êş heman êş in, bendewarî heman bendewarî. Lê empatiya vajî serê mirov ji qestî tevlîhev dike û dixwaze birînê kûrtir bike ji bo ku raman jî kûrtir bibe. Nivîskar bi vegotineke dewlemend li pêşberî xwendevanan disekine. Nivîskar dewlemendiya peyv û vegotinê jî ji xwe re kiriye xem ango li gor min digel ku dikaribû bi sê sed çar sed peyvan ji van çîrokan edebîtir û bi bandortir jî binivîsandaya lê belê diyar e ku xwestiye vegotina çîroka Kurdî di çemê postmodernîzmê de carî bike. Ji ber vê yekê xwendevan di gelek ciyan de dibe ku aciz bibe û bi ser hin ciyan de qevaz bide. Gelo hewce bû bi zimanek û vegotineke bi mij binixûmandaya çîrokan? Bersiva min bila ji min re bimîne. Helbet xwendevanên ji min çêtir û jîrtir dê bi wêrekî bersiveke têr û tije
Kurdî
Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên DewletêŞener Özmen · Avesta Basın Yayın · 20203 okunma