Çûyî, nema bêyî... cara yekcar bû gelo? Bendewarî, ji binî sar bû gelo? Evina me, zîwar û jar bû gelo? Ma dilê te, pê birindar bû, gelo?
Kurdî
Nayê bawerkirin.
Bi tayê kîjan peyvan tevna birînên xwe birêsim?! Nayê bawerkirin!! Hîç nayê bawerkirin ev bûyera han. Ewqas evîn, ewqas bendewarî û çira û mûmên hêvîyê yên ku min yek li pey yekê bi giyanê xwe yê şewitî vêdixistin, bi pifekê re vemirîn!!
Kurdî
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Ez îşev ji we re dibêjim ku mirov ruhberek e ku bê bendewarî ne tu tişt û hîç û pûç e, însan bê bendewarî hildiweşe, bê bendewarî ji bo heta hetayê bidawî tê.
Sayfa 83
BENDEWARÎ |
ev heft sal in kulîlkan nagire li benda hatina te tahma xwe wenda kir kuçeyên mêrdînê şerava suryanîyan ez nema tiştekî qewl dikim her heft xizêmên te ji min re kiribûn diyarî li der rê min kir tesedeqa serê nehatina te li heft jinên qereçî belav kirin li benda hatina te min ji bîr kir hemû cîyên neçûyî
Kurdî
Min bi salan bendewarî kişandibû, êdî dijwar bû ez bendewariyeke din bikişînim.
Xwedêyo, mirov çi ruhberekî tije bendewarî ye. Çi ruhbereki lawaz e li pêşiya fitneya wê mizgîniya ku qet nayê û divê tu heta qiyametê bendewariya wê bikî.