Êdî ez û helbestê bûne wek du hevalên hev, dostên qedîm. Yanî ji jin û mêritîyê jî pêşdetir. Ji ber ku helbest ji bo min warê bextrwarî, warê xwebûn û warê xwe naskirinê ye. Ji ber wê jî têkiliyeke gelekî xurt di navbera min û helbestê de heye.
tu bi xunavstêrkan hatî,
bi pêlên bagera gulan
te bi tîna dilê xwe germ kir
bedena min a qerisî
di şevên teng û tarî
di rojên sar û seqem de
min xwe avêt hembêza
çavên te yên keskeşîn
Roj heta danê êvarê
Bi deqan dilîzin zarok
Li binê dara spîndarê
Dema ku tarî tê mêvaniya bajêr
Heyv ji xewê radibe
Dor ji bo lîstikê
Dibe ya bayê cirnexweş
Û dara spîndarê
Berken Bereh