Oy ez helwektem, de bimrim
Wek dayik bavik, de bimrim
Wek ferat û kelat bûm, de were
Hejane çave mino
Oy ben seninim, ölürüm
Anne baba gibi, ölürüm
Dağı delen Ferhat gibiyim, de gel
Gözümün değerlisi
Ez nefesa Îsa
Meryema newala derdan
Bêjeyênmin
Ji payîza bêdawî hatine kirêkirin
Di paxila şevek sêwî
Avjenî dibin gunehên min
Qaqlîbazek birîndarim ez
Destêmin ne spîne û
Jibo ku hişbe ev qêrîna sêwî
Di valahîyê de digere çavênmin
Bi zulfênte daliqandîye ev ruh
Cardin jî têr nabe ji eşqê
Dilê natemir…
Tu bajara min bu, bê te ez bê welatim
Dil şikestî mayî, bê te yar axu vexwim
Wek xumxuma avê hesretan dibarînim
Ax ji derdê te dil perîşanim
Birîn birîndarim, sibe nabe her şev reş
Dilê min dabu êş, dibejim weke dengbêj
Kî min dibîne, dibejin buyî dewrêş
Ax ji derdê te, ez dil perîşanim
Dawiya zivistana 1944an da, di zindana Tiflîsê da xortekî 22 salî me, qulingek birîndarim, qulingekî bask işkestî me, qîrînî û zarezara min, bi xwe xwe derd û kullên xwe dibêjim. Dengê min naçe xwe nagihîne tu însanekí, tu qulûbendekî xwedê..."