Bir sınıf öğretmeni adayı olarak;
Çocuklara vücutlarının kendilerine ait olduğu ve hiç kimsenin, kendi izinleri olmadan, vücutlarına dokunamayacağını öğreteceğim.
Çîyayê Roboskî bi zinar e
Berfa sipî lê dibare
Serhadê min hê ciwan bû
Hîn xeşîm bû hîn nezan bû
Lê ji dayika xwe re sermiyan bû
Ji firoka bombe barîn
Dilê me kirin hezar kerî
Nizanim bêjim bi kîjan rengî
Bilorînim bi kîjan dengî
Bibêjim lawo bibêjim bira
Berxikê me ketine sifra gura
Li me evdala
Li me mehacira
Ka pismam û ka birazî
Li ku mane xal û xwarzî
Ka Serhadê min biçûkê bira
Ka xwarziyên min
Berfa sipî sor bû ji xwînê
Hênik nake vî dilê min
Ji bin kezîyên te tên
Bêhna bihara dilê min
Ka were rûnê qasekî
Li tenişta min
Em bikujin
Van kul û êşên vî dilî
Bila çipikek
Ji xwêdana gerdana te
Bibe dermanê hemû êş û birînan